Hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê êrîşî rojavayê Siweydayê kirin

Li rojavayê Siweydayê, di navbera endamên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siweydayê û hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê de, pevçûn derketin. Her wiha li hember ambargoya berdewam a hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê ya li ser Siweydayê, WFP 13 kamyonên ard derbasî Siweydayê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li herêmên rojavayê Siweydayê binpêkirinên peymana agirbesta ku bi navbeynkariya Amerîkayê di Tîrmehê de hatiye îmzekirin, ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve didomin.

Duh careke din li rojavayê Siweydayê di navbera Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siweydayê û hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê de, pevçûn derket.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, li tevahî taxên Siweydayê ji ber pevçûnên li eniyên rojavayê bajarokê Welga dengê teqînan û avêtina guleyan hatin bihîstin.

 

WFP'ê 13 kamyonên ard derbasî Siwêdayê kirin

 

Ji Tîrmeha borî ve hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê Siweyda dorpêç kiriye û derbaskirina xwarin û kelûpelên jiyanî qedexe kiriye.

Programa Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), Îro 13 kamyonên ard (200 ton) derbasî Siweydayê kirin. Ev ard li firinan hat parvekirin.

 

Komîteya lêpirsînan gera yekemîn a li Siweydayê bi dawî kir

Ji aliyê xwe ve, Komîteya Lêpirsînan a Navneteweyî ya Serbixwe ji bo Sûriyê ragihand ku wan gera xwe ya yekemîn li Siweyda û gundewarê wê bi dawî kir û ji Sûriyê derket.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew hewl didin serdana deverên din ên zirardîtî jî bikin.

Komîteyê destnîşan kir ku îfadeyên zirardîtî û şahidan û encamên xebatên xwe pêşkêşî aliyên berpirs kirine û ew hîn jî lêpirsînan didomînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku di dema bê de komîte wê xebatên xwe li Sûriyê bidomîne.

Komîteyê serdana gelek gundên rojavayê Siweydayê kir û li bajarokê Qenewat bi Serokê Ruhanî yê Durziyan Hikmet El Hicrî re û li nexweşxaneyên Siweydayê bi şahid û birîndaran re hevdîtin kirin.

Li Siweydayê êrîşa bi dronê: 1 mirî 7 birîndar

 

Hêzên Hikumeta Veguhêz aSûriyeyê vê sibehê jî, li ser rêya Welga ya li başûrê bajêr bi droneke bombebarkirî êrîş kirin.

Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24