Şer, alozî, binpêkirinên zagonên şer û rewşa mirovî ya li Sûdanê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.
Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) piştî ketina El Faşer paytexta Bakurê Darfûrê, niha berê xwe dane bajarê El Obeid.
Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî îro ragihand ku di êrîşeke li ser merasîma cenazeyê li El Obeid paytexta eyaleta Bakurê Kordofan a Sûdanê de, herî kêm 40 kes hatine kuştin û gelek birîndar çêbûne.
Nivîsgehê eşkere nekir ku kî bi vê êrîşê rabûye. Lê ev êriş di demekê de ku şer di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de li bajarên Kordofanê dijwar dibe pêk hat.
Her wiha hişyarî da ku rewşa ewlehiyê li herêma Kordofanê xirabtir dibe.
DYA welatên din re dixebite da ku pevçûna li Sûdanê bi dawî bike
Şerê li Sûdanê di rojeva hêzên sereke yên cihanê de ye.
Duh Qesra Spî diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi welatên din re dixebite da ku pevçûna li Sûdanê bi dawî bike.
Di sala 2025’an de li Sûdanê 445 hezar kes koçber bûn
Di heman demê de, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor anî ziman ku ji ber zêdebûna tundûtûjiyê ji adara 2025´an ve li Sûdana Başûr zêdetirî 445 hezar kes neçar man ku ji malên xwe derkevin.
Xaça Sor destnîşan kir ku bi kêmbûna tund a alîkariyên mirovî û rewşa pir aloz di dabînkirina xizmetên bingehîn de, malbat bi zehmetî û nezelaliyek zêde re rû bi rû ne.
Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor ji bo pêşîgirtina li karesatek di mehên pêş de bang li hemî aliyên şer û rayedaran kir.
Ji 15`ê Nîsana 2023`an ve şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de berdewam dike.