Di êrîşa li Stenbolê de hejmara kesên hatin binçavkirin derket 10'an

Hejmara binçavkirinên têkildarî êrîşa çekdarî ya li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê derket 10'an.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di êrîşa çekdarî ya li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya li Beşîktaşa Stenbolê de 5 kesên din hatin binçavkirin.

 

Bi vî awayî hejmara kesên ku hatine binçavkirin derket 10`an.

 

Li Stenbol û Kocaeliyê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin.

 

2 kesên binçavkirî li nexweşxaneyê di bin tedawiyê de ne.

 

Duh êrîşeke çekdarî li ser Balyozxaneya Îsraîlê ya Stenbolê çêbû

 

Di êrîşa çekdarî ya ku duh danê nîvro li ber avahiya Balyozxaneya Îsraîlê hat kirin de 2 polîs birîndar bûn.

 

Ji êrîşkaran 2 kes birîndar bûn û yek jî mir.

 

Hate diyarkirin ku têkiliya êrîşkaran bi DAIŞ’ê re heye.

 

Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkiyê Mustafa Çîftçî diyar kir ku "Hat  tesbîtkirin ku êrîşkarê ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, bi rêxistina ku olê îstîsmar dike re di nava têkiliyê de ye."

 

Wezareta Karên Navxweyî di daxuyaniya xwe ya duh de wiha got:

 

"Hat zanîn ku Yunus E. S. ê ku mirî bi rêxistina "terorê" ya ku olê îstîsmar dikir re têkilî danîbû, her du "terorîstên" din ên bi navê Onur Ç. û Enes Ç. yên ku bi birîndarî hatin girtin birayên hev bûn û li ser Onur Ç. qeyda tiryakê hebû."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye