Ebas Eraqçî û Fûad Hisên li Bexdayê civiyan

Li Bexdayê, wezîrê karê derve yê Îranê Ebas Eraqçî û hempîşeyê wî Fûad Hisên civiyan. Ebas Eraqçî di civîna çampeniyê ya digel Fûad Hisên de diyar kir ku heta 30 rojî wê tengava Hurmizê vegere rewşa xwe ya berî şer. Her wiha got ku divê şer li hemû eniyan, di nav de Libnan jî, bi dwî bibe. Wezîrê derve yê Îraqê Fûad Hisên jî diyar kir ku ew li dijî êrîşên li ser Îranê ne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Wezîrê karê derve yê Îranê Ebas Eraqçî li paytexta Îraqê Bexdayê ye. Ebas Eraqçî bi hempîşeyê xwe yê Îraqê Fûad Hisên re hevdîtin kir. Herdu aliyan piştî hevdîtinê, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Wezîrê Îranê diyar kir ku armanceke wî ya vê serdanê, gotûbêjkirina lidarxistina rêwresma oxirkirina Elî Xameneyî ya li Îraqê ye.

Ebas Eraqçî: Heta 30 rojî wê Tengava Hurmizê vegere rewşa berî şer

Wezîrê karê derve yê Îranê Ebas Eraqçî behsa rewşa Tengava Hurmizê jî kir û wiha got:

"Ev kenala avî di bin kontrola Îranê de ye. Piştî 30 rojî ev kenal wê vegere rewşa xwe ya berî şer. Li gorî rêkeftinê, berpirsyariya vê jî ya Îranê ye. Ti sazî yan welatekî din di vî warî de ne berpirsiyar e.”

Ebas Eraqçî: Divê şer li hemû Eniyan bi dawî bibe

Wezîrê Karên Derve yê Îranê berpirsyariya êrîşên berdewam ên Îsraîlê yên li ser Libnanê xist stûyê Amerîkayê û got:

"Divê şer li hemû eniyan, di nav de Libnan, bi dawî bibe."

Her wiha Ebas Eraqçî pêşnyara Fûad Hisên pêşwazî kir û wiha lê zêde kir:

"Em pêşniyara Fûad Hisên a ji bo hevdîtinên di navbera Konseya Hevkariya Kendavê, Îran û Îraqê de pêşwazî dikin. Em amade ne bi hikûmeta Îraqê re hevkariyê bikin."

Fiûad Hisên: Em li dijî êrîşên li ser Îranê ne

Ji aliyê xwe ve jî, wezîrê derve yê Îraqê Fûad Hisên fikarên xwe yên li ser şerê li Hurmizê anîn ziman û ev got:

"Şer hîn jî bi awayekî cuda li herêmê berdewam dike. Em piştgiriyê nadin berfirehkirina çarçoveya şerê li Kendavê. Em li dijî êrîşa li ser Îranê ne. Berdewamiya şer dê bibe sedema wêrankirina herêmê."

Di dawiyê de, Fûad Hisên da zanîn ku divê Tengava Hurmizê were vekirin, ji ber ku ev girtin ziyanê digihîne hinardekirina petrola Îraqê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye