Ev serdan piştî 17 salan wekî yekemîn serdana serokekî dewleta Libnanê ya ji bo Qesra Spî tê naskirin.
Rojeva Sereke ya serdan û rêze hevdîtinan, vegaranîna Serweriya Libnanê û Çekberdana Hizbullahê.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Serokatiya Libnanê ve hatine girtin, armanca sereke ya vê serdanê gotûbêjkirina peymana agirbestê ya 26'ê Hezîranê ye ku bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera Libnan û Îsraîlê de hatibû îmzekirin.
Tê payîn ku Cozêf Ewn dê daxwaza vekşîna Îsraîlê ji herêmên dagirkirî yên li başûrê Libnanê ji Trump bike.
Her wiha hat ragihandin ku serokê Libnanî dê pêşniyareke nivîskî pêşkêşî Trump bike, tê de plansaziya bêçekkirina koma çekdar a Hizbullahê û berfirehkirina desthilatdariya artêşa Libnanê li seranserî welat cih digire.