Kîev û Moskowê li navendên hevdu yên aborî dan

Di nava 24 saetên borî de, şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê rûyekî nû û pir dijwar girt; her du aliyan bi awayekî hemwext paytext û navendên aborî-lojîstîk ên hevdû bi giranî bombebaran kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rûsyayê bi şev êrişeke pir giran bir ser Kîevê paytexta Ûkraynayê.

Di vê êrişê de zêdetirî 31 mûşekên balîstîk û herî kêm 8 mûşekên hîpersonîk hatin bikaranîn.

Mûşek li çend taxên bajêr ketin û agir bi avahiyên nîştecihbûnê, dikan û embaran ket. Di encamê de 1 kes mir û herî kêm 13 kes birîndar bûn.

derbarê êrîşê de, Rayedarên Ûkraynî hişyarî dan ku sîstema wan a parastina asîmanî ji ber kêmbûna cebilxaneyê nekarîbû pêşiya hemû mûşekan bigire.

Êrîşî Rûsyayê bersivdayîna êrîşên Ûkranyayê

Ev êrişa giran a Rûsyayê wekî bersivdanekê tê dîtin piştî ku Ûkraynayê bi zêdetirî 370 dronan êrişî kûrahiya xaka Rûsyayê kiribû.

Dronên Ûkraynayê li herêmên Moskow û Tambovê li navendên lojîstîk ên pargîdaniya herî mezin a firotina serhêl a Rûsyayê dan.

Kîev îdîa dike ku ev der ji bo çêkirina parçeyên dronên leşkerî dihatin bikaranîn.

Di encama van teqînan de li nav xaka Rûsyayê herî kêm 9 kes hatin kuştin û zirarên mezin ên aborî gihîştin binesaziya lojîstîk.

Ev şerê "mûşek û dronan" nîşan dide ku her du alî jî êdî şer birine navendên aborî û nîştejîbûnê yên herî girîng.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye