Hakan Fîdan: Destpêkirina êrîşeke nû li dijî Îranê dê aloziyan zêdetir bike

Piştî civîna wezîrên derve yên welatên Ewropî û herêmî li Stenbolê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan got ku êrîşeke din a li ser Îranê dê şer û pevçûnê li herêmê belav bike. Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê û Wezîrê Derve yê Fransayê jî diyar kirin ku Almanya, Fransa û Brîtanya amade ne ku bi Îranê re danûstandinan bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Stenbolê civîna wezîrên derve yên welatên Ewropî û herêmî hat li darxist.

Di civînê de şerê li Ûkraynayê, rewşa li Îran û Tengava Hurmizê, êrîşên li ser Erebistana Siûdî û rola Îsraîlê ya li herêmê hatin nîqaşê kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan piştî civînê ji rojnamevanan re axivî.

Hakan Fîdan got ku destpêkirina êrîşeke nû li dijî Îranê dê aloziyan zêdetir bike.

Her wiha Hakan anî ziman ku dîplomasî û diyalog tenê rêyên ji bo bidawîanîna şer in û daxwaza vekirina Tengava Hurmiz û bidawîanîna êrîşên li ser Erebistana Siûdî kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê diyar kir ku welatên ku beşdarî Civîna Bilind a Stenbolê bûne li dijî êrîşeke din a li ser Îranê radiwestin.

Wezîrê karên derve yê Almanyayê: Amade ne ku bi Îranê re danûstandinan bikin

Di heman mijarê de Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul jî, ragihand ku Almanya, Fransa û Brîtanya amade ne ku bi Îranê re danûstandinan bikin, da ku rê li ber bidestxistina çekên nukleerî ji aliyê wê ve bigirin.

Wadephul bang ji bo piştgiriya Erebistana Siûdî û Yemenê di warê parastina wan a rewa de kir.

Fransa: Her rageşiyeke di navbera Îran û DYA'ê de dê tenê bibe sedema windahiyan 

Her wiha piştî civînê Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot jî ji rojnemavanan re axivî.

Jean Noel Barrot got ku her rageşiyeke di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî de, dê tenê bibe sedema windahiyan û bihayên petrolê.

Li aliyekî din jî tê çaverêkirin ku peymana Parastinê ya Hevbeş a Mekeyê ku di navbera Tirkiyê, Erebistana Siûdî û Pakîstanê de hatiye îmzekirin, di 27'ê vê mehê de ji bo dengdanê bişînin Civata Giştî ya parlamentoyê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye