Rûsya û Ûkraynayê 270 leşkerên dîl bi hev guhertin

Rûsya û Ûkraynayê dîlgirtiyên xwe pevguhertin. Rûsya 270 leşkerên Ûkraynayê berdan û di berdêlê de jî Ûkraynayê 270 leşkerên Rûsya berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskyy li ser hesabê xwe yê X`ê ragihand ku 270 welatiyên wan vegeriyane mala xwe ku di nav wan de 261 personelên leşkerî û 9 sivîl hene.

Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku 270 leşkerên Rûs yên dîlgirtî ji Ûkraynayê hatine wergirtin û di berdêlê de 270 leşkerên Ûkraynayê hatin radestkirin.

Di vê pevguhertina dîlan de Amerîka û Îmarat navbeynkar bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye