Di ketina balafireke leşkerî ya Rûsyayê de 29 kes mirin

Duh balafireke veguhastina leşkerî ya Rûsyayê li nîvgirava Qirimê ket. Di encamê de hemû kesên di balafirê de mirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa nûçeyan a TASS´ê ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku duh balafireke veguhastina leşkerî ya Rûsyayê li nîvgirava Qirimê ket.

 

Di encamê de hemû kesên di balafirê de mirin.

 

Hat eşkerekirin ku 29 kes di wê balafirê de bûn.

 

Duşemê êvarê bi dema Moskowê, têkiliya bi balafira Antonov-26 re qut bû.

 

Hate diyarkirin ku lêkolînerên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li cihê qezayê dixebitin.

 

Her wiha hate destîşankirin ku di nav qurbaniyan de 23 rêwî û 6 endamên ekîbê hene.

 

Heman çavkaniyê got ku sedema muhtemel a qezayê xeletiyeke teknîkî ye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye