Li Serê Kaniyê Erebên hawirde ji malên Kurdan dernakevin

Koçberên Serê kaniyê yên bi tena xwe vedigerin malên xwe komên di bajêr de nahêlin vegerin malên xwe. Selman Etiya koçberekî ji Serêkaniyê ye, bi tena xwe vegeriyaye mala xwe ya li Serê kaniyê. Selman got ku ew kesên di malên wan de Erebên hawirde ne û yek ji wan kesan çek li wan kişandiye û hewildana kuştina wan kiriye.

reset font size increase font size

Piştî 7 salan çend malbatên koçber ên ji Serê Kaniyê sardana malên xwe yên li Serê Kaniyê kirin.

 

Malên gundiyên koçber bûne, bi temamî hatine wêrankirin û di vê rewşê de nikarin vegerin malên xwe.

 

Kesên ku di malên koçberên Serê Kaniyê de rûniştine daxwaza pereyan ji wan dikin.

 

Yek ji kesên ku bi xwe berê xwe daye Serê Kaniyê Selman Etiya ye.

 

Selman Etiya dema çû Serê Kaniyê ji bo vegerin mala xwe, lê Erebên hawirde yên li malên wan bi cih bûne êrîşî wan kirin.

 

Selman Etiya ji Nûçe Tv re behsa vegera xwe dike.

 

Selman Etiya got: “Em di destpêkê de di rêya istrad re çûn, dema em gihîştin destpêka bajêr artêşa wan em rawestandin, piştre dîrek em çûn mala xwe ya li bajêr.”

 

Selman diyar kir ku ew gihîştin ber mala xwe, ew ereb li dora wan kom bûn û wiha lê zêde kir:

"Me got em hatine mala xwe, ji me re gotin xaniyê we pere ser hene û divê hûn bidin.

 

Ji hezar heta 3 hezar dolar daxwaz ji me dikin."

 

Selman Etiya got ku ew kesên di malên wan de Erebên hawirde ne û yek ji wan kesan çek li wan kişand û hewildana kuştina wan kir.

 

Erebên li Serê Kaniyê ji eşîra Benî Xalid in, naxwazin Kurd vegerin Serê Kaniyê.

 

Her wiha li me kom bûn, dema li me kom bûn yek ji wan demace li me kişand, hewildana kuştina me kir û gotin hûn hatine dîmenên xaniyan bikşînin û em qebûl nakin hûn werin. 

 

Gundê me bi temamî talan kirine, heta derî û hesin dizîne.

 

Selman Etiya anî ziman ku ew weke koçberekî daxwaz dike ku bi komî vegerin malên xwe li ser warê bav û kalên xwe û wiha bi dawî kir:

 

“Astengî hîn li bajêr heye, daxwaz dikim ku bi awayekî komî em vegerin malên xwe, Asayîş bi me re werin, em yekî nenas di bajarê xwe de nehêlin.” 

 

Di sala 2019`an piştî dewleta Tirk û komên çekdar bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kirin, zêdetirî 150 hezar malbat koçber bûn.

 

Koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî li bendê ne ku lihevkirina 29`ê Çile pêk were, komî bi hev re vegerin gund û bajarên xwe.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye