Îro 15'ê Nîsanê ye Cejna Çarşema Sor e, sersala civaka Êzidî û yek ji pîroztirîn cejnên wan e.
Ev cejn her sal di çarşema yekem a Nîsanê de, li gorî salnameya rojhilatî, tê pîrozkirin.
Li gorî baweriya Êzdiyan; di vê rojê de Tawisê Melek hatiye dinyayê û jiyan dest pê kiriye.
Di heman demê de, tê wateya nûbûna xwezayê.
Îro me berê xwe da gundê Berzan û Gumerê yên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, da ku em atmosfera cejnê bişopînin û bi we re parve bikin.
Ji saetên sibehê ve Êzidî serdana malên hev dikin û cejna hev pîroz dikin.
Ebdulrehman Silêman li gundê Berzanê hatiye cejna merivên xwe pîroz bike, li hewşa malê di nav xwezayê de rûniştîne û hêkan, li gor rîtuela Êzidî dişikînin.
Ebdulrehman cejna Çarşema Sor li hemû gelê Êzidî û cîhanê pîroz kir û da zanîn ku, beriya wê hêkan bi rengên xewzayê dixemilînin, kulîlkan bi deriyê malê ve dikin, kulîçeyan çêdikin û şekiran amade dikin.
Ebdulrehman Silêman
Zarok jî mal bi mal digerin û ji xwe re şekir û hêkên rengereng kom dikin.
Zarokekî biçûk dibêje ku ew bi xwe misilman e û ji serê sibehê ve bi hevalên xwe yên Êzidî re li cejnê digere û şekiran kom dike.
Di dema şopandina atmosfera cejnê de, şandeyek ji Kongreya Îslama Demokratîk serdana Mala Êzdiyan a gund kir, da ku cejna wan pîroz bike.
Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Hesekê Xilûd Ebdo hêvî kir ku salên hemû pêkhate û olan bi kêf û xweşî derbas bibin.
Xilûd Ebdo -
Paşê me berê xwe da gundê Gumerê jî. Li vî gundî jî şêniyan ji bo pîrozbahiyê berê xwe dabûn gund û cejna xelkên xwe yên Êzidî pîroz kirin.
Dr.Ebdulxenî Şiwêş destnîşan kir ku Cejna Çarşema Sor yek ji kevintirîn cejnên di dîrokê de ye.
Her wiha got ku wek ol jî, ola Êzidî ola herî kevin a di dîrokê de ye.