Wezareta Navxweyî ya Îraqê çend rêkarên bi mebesta kêmkirina rûdanên tawanbariyê û bihêzkirina rewşa ewlehiyê ya Kerkûkê girtin.
Projeya cîgirkirina 450 kamerayên çavdêriyê di nav sentera bajêr û şeqamên giştî yên Kerkûkê de yek ji wan gavan e.Li gora zanyariyan, 300 kamerayên ji wan cîgir in, 70 kamerayên gerok (bi tevger) in û 80 kamera jî yên biaqil û smart in.
Di niha de proje hatiye xistin ber destê endamên encûmena parêzgehê û şopandineke hûr li ser tê kirin.