Li Enqerê li Navenda Çanda Anatoliyayê belge fîlma bi navê “Bûka Baranê” hat pêşandan.
Derhêneriya fîlmê Dîlek Gokçînê kiriye û nivîskarê metna fîlmê
rojnameger Îrfan Aktan e û çêkeriya fîlmê Navenda Bîrê çêkiriye.
Belge fîlm li gundê Befircana Gevara Colemêrgê derbas dibe.
Fîlma ‘Bûka Baranê’ di sala 1989’an de, kişandina wêneyekî dibistana seretayî
destpê dike û piştre nîşan dide ku şerê salên 90’î çawa zirareke mezin daye miletê Kurd û xwezaya Kurdistanê.
Piştî ku belge fîlm hat pêşandan û piştre derhênara fîlmê Dîlek Gokçînê li ser fîlmê axivî û pirsên temaşevanan bersivand.