Şêniyên Qamişloyê Newroza 2026'an pîroz kirin

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê û gundewarên wê, şahiya Newrozê ya 2026'an pîroz kirin. Peyama hevbeş a welatiyan di vê Newrozê de, yekîtiya Kurdan bû.

reset font size increase font size

Her çend barana îsal şahiya Newrozê ya li bajarên Dirbêsiyê, Qamişlo, Hesekê û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê dereng xist jî, îro di 24'ê Adarê de bi hezaran şêniyên Qamişloyê li stadyûma 12'ê Adarê amade bûn û Newroza xwe pîroz kirin.

 

Jin, xort, kal û pîr hemû li qadê bi cil û bergên xwe yên Kurdî amade bûn û li dora agirê Newrozê dîlana xwe gerandin.

 

Li ser girîngiya bidestxistina mafên Kurdan û mijara entegreyê, Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Aldar Xelîl di şahiyê de tekezî li ser girîngiya demokrasîkirina Sûriya nû kir.

 

Di şahiya Newrozê de, me çend nêrîn û peyamên amadekaran girt û tê de daxwaza "yekîtiya Kurdî" li pêş bû.

 

Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Îbrahîm Hemê diyar kir ku pêvajoya dawî ya li Rojavayê Kurdistanê "dîrok û şoreşeke nû ye" û hêvî kir ku yekîtiya Kurdan a ku li pêş ketiye, dewam bike.

 

Her wiha, Siysetmedar Telet Yûnis wiha got: "Her sal dijminên me hewl didin ku li pêşiya Newroza me bisekin in.

 

Tevî ku hemû siyasetên qirkirin û neqebûlkirinê, bi ruhê Mazlûm, Kawa, Ziyad û Ehmed Kerkûkiyan gelê me Newroza xwe pîroz dikin."

 

Jinên Qamişloyê jî Newroza Kurdan pîroz kirin û tekez kirin ku Newroz cejna wan a neteweyî ye û tevî lehî û barana zêde ya li Kantona Cizîrê jî, ew şahiya xwe li dar dixin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye