Ev rêwîtiya taybet a li nava lûtek û çiyayê Gabarê, vê carê ne tenê bû stranek, bû pira gihandinê.
Kameraya Motorewan ya televizyona me di beşa xwe ya 17`an de, ket pey şopên li ser çiyayê Gabarê û rastî goristaneke şehîdên PKK`ê hat.

Dayika Kahraman Gezîcî serdana gora wî kir
Ev dîmen ji bo malbata Gezîcî bûn mizgîniyek.
Vê malbatê piştî 21 salan cihê gora kurê xwe yê gerîla, Kahraman Gezîcî nas kirin.
Piştî dîmenan, diya Kahraman Gezîcî, Hayriye Gezîcî û birayê wî Fedaî Gezîcî ji bo serdana gorê ji Wanê cun Gabarê.
Malbatê li gel Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya "Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin" e serdana Goristana Şehîd Binevş kir.
Kahraman Gezîcî bi navê xwe yê tevgerê Kendal Tetwan, di sala 2005’an de di pevçûneke li Hêzexê de şehîd bibû.
Goristana ku gorên gerîlayên PKK`ê lê ye, di êrîşa hewayî ya sala 2015’an de hatibû xerakirin.
Piştre ji ber ku ew derdor wekî "Herêma ewlehiya leşkerî" hatibû ragihandin, bi salan qedexe li ser serdanan hebû.
Tevî hemû xerakirin, qedexe û astengiyên salan jî, ev rêwîtiya taybet a di nava geliyên Gabarê de bû pira herî bi nirx a ku malbatek gihand gora kurê wan û hesreta 21 salan bi dawî kir.