Pervîn Buldan serdana Dayikên Aştiyê kir

Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan ragihand ku wê di pêvajoya li pêş de, geşedanên girîng rû bidin. Pervîn Buldan ev yek di serdana xwe ya bi Dayikên Aştiyê re parve kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, li Wanê serdana Dayikên Aştiyê kir.

Serdan li avahiya DEM Partiyê pêk hat û parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê û nûnerên saziyên sivîl tev li serdanê bûn.

Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, diyar kir ku di hevdîtina dawî ya 13'ê îlonê de, Abdullah Ocalan silavên xwe ji Dayikên Aştiyê re şandiye.

Pervîn Buldan got ku di vê pêvajoyê de dîsa berpirsiyarî û erka herî mezin dikeve ser milê dayikan.

Di serdanê de Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û pirsgirêka Kurd.

Gulşen Kurt got ku Têkoşîna aştiyê têkoşîneke zehmet e û di refên herî pêş ên vê têkoşînê de dayik û jin hene.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye