Li Rihayê agirê destpêkê yê Newrozê li gundê Amara ku Rêber Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, hate vêxistin.
Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bi orgenîzkirina şahiyê rabûn.
Bi dehan Ciwan û şêniyên gund beşdar bûn.
Di şahiyê de govend hat gerandin, stran hatin gotin.
Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Bêrîvan Kocaoglu bi Kurdî, Kerem Bilgîn jî bi Tirkî axivîn.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Newroz ji bo gelê Kurd sembola azadî û berxwedanê ye.
Her wiha di berdewamiya de, wan diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û avakirina civaka demokratîk wê têkoşîn bidome.
Piştî axaftinan li mala ku Rêber Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, agirê Newrozê hate vêxistin.
Şahî bi gerandina govendê, stran û helbestan bi dawî bû.