Ji bo newroza Qendîlê banga tevlîbûnê hat kirin

Li Başûrê Kurdistanê, Encûmena Gel a Binarê Qendîlê bi hevkariya li gel Şaredariya Binarê Qendîlê, Encûmena Jinan û çalakvanan, bi daxuyaniyekê bang li hemû kesan kir ku bi ruhê berxwedanê tevlî Newroza Qendîlê bibin. Komîteya amadekar a Newroza Qendîlê bernameya pîrozbahiyê ragihnad ku bi çoş û cilên xwe yên Kurdewarî beşdarî Newroza azadiyê ya li çiyayê Qendîlê bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Encûmena Gel a Binarê Qendîlê, Hevserokatiya Şaredarî, Encûmena Jinan, çalakvan û xelkê herêmê, bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna Newroza îsal ya li Binarê Qendîlê kirin.

Daxuyaniyî ji aliyê hevseroka Encûmena Gel ya ya Binarê Qendîlê Lavan Mistefa ve hatî xwendin.

Îsal Newroza Qendîlê wê bi dirûşmeya "Rêbertiya azad û yekitiya demokratîk ya Kurdan" emê bi serbilindî pîroz bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Newroza îsal wê di şexsê şehîdê berxwedana Rojava Ehmed Hêmin Kerkûkî de, pêşkêşî ruhê hemû şehîdên şoreş û Kurdistanê were kirin.

Newroz di dîroka Kurdan û gelên herêmê de, sembola serkeftina li dijî zordariyê ye.

Her wiha Qendîl ne tenê navendeke leşkeri ye, niha bûye navendeke jeopolîtîk û jeoçandî ya pir girîng.

Lewma em dixwazin Newrozê li Qendîlê, li dijî şerê bê dawî yê faşîzmê, bikin bersivek siyasî.

Em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku bi cil û bergên xwe, tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê bibin.”

Komîteya amadekar a Newroza Qendîlê bernameya pîrozbahiyê ragihnad.

 

Şahî wê di 20-21’ê Adarê de li Binarê Qendîlê pêk were.

Hate gotin ku wê êvara 20’ê Adarê agirê Newrozê were pêxistin û li ser çiya meşek bi meşale were lidarxistin.

Di heman demê de wê li ser gorên şehîdan mum werin pêxistin.

Li gorî komîteya amadekar, wê di 21’ê Adarê de bi tevlîbûna gelek hunermend, komên çandî şahiya pîrozbahiyê li Binarê Qendîlê destpê bike.

Komîteyê bang li hemû kesê kir ku tevlî şahiya Newroza azadiyê ya li çiyayê Qendîlê bibin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye