Saziya dexl û dan a parêzgeha Hesekê 3 hezar (fatore) ji koma 20 hezar fatoreyan ji bankê û wezareta aborî re şandiye, daku li gor wê pereyên xwedî erd û cotkaran bê radestkirin.
Heta niha jî parêzgeha Hesekê wek yekem parêzgeh li seranserê Sûriyê di berhemanîna genim de cihê xwe giritye, ji ber ku zêdetir ji milyoenk û 150 hezar ton genim hatiye wergirtin.
Li gorî agahiyan, hejmareke mezin ji xwediyên erdan û cotkaran genim li cem xwe embar kiriye û radestî saziyên hikûmetê nekiriye. Ev yek ji ber qerebalixiya li ber navendên wergirtinê û derengmayîna kamyonên barkirî ye. Li hember her rojeke derengketinê, cotkar kirêya kamyonan didin û ev babet jî xerciyan zêde dike.".