Li bajarê wanê 15 hezar kesên tiryakkêş hene

Li bajarê Wanê qaşo tedbîrîn ewlehiyê zêde lê hatiye girtin jî, lê bi tonan madeyên tiryakê dikevin bajêr. Li Bajêr 15 hezar kesên tiryakkêş hene, lê navendê tedawiyê pir kêmin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li bajarên Kurdistanê ji ber polîtîkayên şerê taybet ên ku di salên dawî de pêk tên, bikaranîna madeyên tiryakê lê zêde bûye.

Lêkolînên li hin bajaran hatine kirin, derdixin holê ku temenê bikaranîna van madeyan dakatiye temenê 10-12 saliyê.

Yek ji van bajaran ku bikaranîn û bazirganiya tiryakê lê zêde ye jî bajarê Wanê yê li bakurê Kurdistanê ye.

Wan a ku bi Îranê re xwediyê sînoreke 294 kîlometreyî ye,di veguhestina madeyên tiryakê yên li li Efxanistan û Îranê têne hilberandin bo Ewropayê, weke yek ji nuqteyên derbasbûnê yên girîng tê dîtin.

Li gorî daneyên fermî, bi giştî li seranserî parêzgehê 100 nuqteyên kontrolê hene.

Ji wan 11 nuqteyên "kontrolê" yên rê û 65 nuqteyên "kontrolê jinişkave û lêgerînê, 24 "nuqteyên kontrolê" yên trafîkê, 2 bi radar û 22 jî bê radar bi awayekî çalak dixebitin.

Di heman demê de, bi giştî 210 barûyên ji bo ragihandin û çavdêriyê jî hatine temamkirin.

103 barûyên elektro-optîk ên li ser sînor,75 barûyên lego û 17 barûyên monoblok hene. 

Tevî van tedbîran jî her sal bi tonan madeyên tiryakê ji Îran û Efxanistanê têne bajarê Wanê.

Li gorî lêkolînan, hin kes bi rihetî ji sînoran derbas dibin û bazirganiya madeyên tiryakê dikin.

Daneyên madeyên tiryakê di 5 salên dawî de 

Yekîneya Têkoşîna Li Dijî Sûcên Narkotîkê bi giştî ji sala 2021`ê heta 2025`an 3 hezar û sed 65 operasyon pêk anîne.

Di encama van operrasyonan de bi giştî 12 ton, 2 hezar û 925 kîlo û hezar û 836gram madeya tiryakê hatin girtin.

Di sala 2021'an di encama 467 operasyon 5 ton 790 kîlo û 856gram madeyên tiryakê hat girtin.

Di sala 2022'yan de, di encama hezar û 577 operasyonan de ,3 ton 603 kîlo û 980gram madeya tiryakê hat girtin.

Di encama operasyonên sala 2023'yan de 4 ton û 600 kîlo heşîş hat girtin.

Di sala 2024'an de,di encama hezar û 103 operasyonan de, 722 kîlo madeya tiryakê hat girtin.

Di sala 2025'an de jî, 210,5 kg madeya tiryakê weke,metamfetamîn, heşîş, eroîn, skunk, kannabînoîd û hebên krîstal hat girtin.

Der heqê 4 hezar kesan de lêpirsîn  

Di nav 5 salan de ji aliyê ewlehî û cendirmeyan ve derbarê 4 hezar û 80 kesan de jî ji ber madeyên tiryakê lêpirsîn hat vekirin.

Di sala 2020'an de, hezar û 735 kes, di sala 2022'yan de 2 hezar û 123 kes, di sala 2023'yan de 114 kes, di sala 2024` an de 11 kes û di sala 2025`an de 97 kes hatin binçavkirin.

Hewcedariya navendên dermankirinê bi cih nayên

Li gorî daneyên Midûriyeta Emniyetê ya Wanê, li seranserê bajêr 15 hezar kesên tiryakkêş hene.

Tevî ku rêjeya tiryakkêşan zêde ye jî, lê, ji bo dermankirina van tiryakkêşan, cih tune ne û li seranserê bajêr tenê Navendeke Tedawiya Tiryaka Alkol û Madeyan (AMATEM) û Navendeke Tedawiya Tiryaka Madeyan a Zarok û Ciwanan (ÇEMATEM) hene. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye