Berpirsê Balyozxaneya Iraqê ya li Lîbyayê Ehmed Sehaf da zanîn ku ev koçber di dema berê de ber bi Tirkiyeyê ve çûbûn da ku ji wir biçin Ewropayê. Lê bi hevahengiya hikumetê biryar hat dayîn, ew vegerin Başûrê Kurdistanê.
Sehaf destnîşan kir ku vegerandina koçberan bi koordîneya hikumeta Başûrê Kurdistanê pêk tê û li gorî agahiyan, piraniya koçberan niştecihên Îdareya Serbixwe ya Raperîn û Silêmaniyê ne.
Di heman demê de, xebat ji bo vegerandina 35 koçberên din jî didome. Da ku ew ji şert û mercên dijwar ên kampên li Lîbyayê rizgar bibin.
Bi hezaran welatiyên Kurdistanê ji ber bêhêvîtî û nebûna derfetên kar reviyane welatên Ewropayê. Lê gelek ji wan di rê de asê mane an jî hatine kuştin.