DEM Partî têkildarî salvegera yekemîn a banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a 27'ê Sibata 2025'an ku ji aliyê Rêberê Damîzrîner ê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatibû kirin, bernameyekê li dar dixe.
Zêdetirî 150 saziyên çapemeniyê û rojnameger dê bernameyê bişopînin.
Her wiha çapemeniyên cîhanê jî eleqeyeka mezin nîşan dan.
Li salona bernameyê bi 3 zimanan, Kurdî, Tirkî û Îngilîzî pankarta “Salvegera yekemîn a banga Aştî û Civaka Demokratîk” hat daliqandin.
Di bernameyê de peyama nû ya Rêberê Damîzrîner ê PKK Abdullah Ocalan dê bê xwendin.
Bername dê di van kêliyan de di seat 11:00'an de dest pê bike.
Çavê raya giştî li peyama nû ya Abdullah Ocalan e.