Di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser Zanîngeha Germiyanê lihevkirin pêk hat

Di civîna navbera şandeyên Wezaretên Xwendina Bilind yê Başûrê Kurdistanê û Îraqê de biryar hat dayîn ku li beramberî serbixwebûna fakulteyên Xaneqînê, hikûmeta Îraqê bi fermî Zanîngeha Germiyanê binase.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şandeya Wezareta Xwendina Bilind a Hikûmeta Karbirêkera ya Başûrê Kurdistanê, li Bexdayê bi Wezareta Xwendina Bilind a Îraqê re civiya.

Yek ji mijarên sereke yên civînê, veqetandina fakulteyên navçeya Xaneqînê ji Zanîngeha Germiyanê bû.

Ji bo ku wekî zanîngeheke serbixwe bixebitin û girêdayî hikûmeta navendî ya Îraqê bin.

Hat diyarkirin ku piştî erêkirina fermanê ya Wezareta Xwendina Bilind û Başûrê Kurdistanê, dê gavên îdarî ji bo bicihkirina vê biryarê dest pê bikin.

Li hemberî vê gavê, biryar hat dayîn ku Wezareta Xwendina Bilind a Îraqê bi fermî û yasayî daxwaza naskirina Zanîngeha Germiyanê bipejirîne.

Fakûlteyên Xaneqînê berê li ser Zanîngeha Germiyanê bûn.

Ji ber ku hikûmeta Îraqê heta niha Zanîngeha Germiyanê bi fermî nedipejirand, xwendekarên ku ji van fakulteyan derdiçûn nedikarîn di saziyên dewletê de bên tayînkirin û ji fersendên kar sûd wergirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye