Elî Falih Zeydî bi şandeyeke bilind re gihîşt Hewlêrê

Namzetê serokwezîrtiya Îraqê Elî Falih Zeydî, bi şandeyeke bilind re gihîşt Hewlêrê. Biryar e ku Zeydî bi aliyên siyasî yên Herêmê re, li ser avakirina hikûmeta nû ya Îraqê, bicive.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tê gotin wê Elî Zeydî bi aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re, li ser mijara avakirina hikûmetê û para Kurdan a di hikûmeta bê de, bicive.

Li gorî agahiyan, Elî Zeydî destpêkê wê bi serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK’ê) Mesûd Barzanî re bicive.

Piştre jî, Zeydî wê bi serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Her wiha Elî Falih Zeydî piştî hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê, wê serdana Silêmaniyê jî bike, û li wir wê bi serokê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK’ê) Bafil Talebanî re, bicive.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye