Li gel veguherînên bilez ên li Sûriyê, dosyaya "Herêma Rojhilat" wekî yek ji dosyayên herî hesas û aloz e.
Ji ber têkilbûna hêmanên wê yên leşkerî, siyasî û ewlehî yên di nav hev de, girêdana wê bi siberoja Hêzên Sûriya Demokratîk, û ji nû ve sazûmankirina saziya leşkerî ya Sûriyê û dozên sînor, dosyaya dîlgirtiyan û vegera koçberan, derdikeve holê.
Girêdayî mijarê, ajansa ANHA'yê hevpeyvînek bi Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Sîpan Hemo re çêkir.
Di hevpeyvînê de, li ser hûrgiliyên dabeşkirina leşkerî ya nû, rêveçûna entegrasyona QSDˊê di nava Wezareta Parastinê de, planên belavbûnê û ji nû ve bicihkirinê, helwesta Wezaretê ji bo baregehên Amerîkayê, dosyaya şehîd û dîlgirtiyan, siberoja herêmên li derveyî kontrola dewletê wekî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hatin nirxandin.
Sîpan Hemo, têgeha "Herêma Rojhilat" li gorî sazûmaniya leşkerî ya li gel Wezareta Parastinê ya Sûriyê pejirandiye.
Her wiha sînorên wê yên erdnîgarî û leşkerî di dabeşbûna fermî de nirxand.
Sîpan Hemo diyar kir ku di nav Wezaretê de li gorî 5 herêman dabeşkirin heye.
"Hêzên Sûriya Demokratîk tevlî artêşê bûn"
Sîpan Hemo behsa Peymana 29ˊê Çileyê û qonaxa gihîştinê kir, û got ku rêveçûna entegrasyona leşkerî ya di navbera QSDˊê û Wezareta Parastinê ya Sûriyê de dimeşe.
"Şervanên Efrînî dikarin li herêma xwe di çarçoveya leşkerî de kar bikin"
Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê diyar kir ku, dewleta Sûriyê biryardar e ku ji nû ve tevahî koçberan vegerîne warên wan, di nav de xelkên Efrînê jî hene.
"Roja ku entegrasyon hate ragihandin, diviyabû ku her kes hatiba berdan"
Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Sîpan Hemo, herî dawî dosyaya dîlgirtiyên ji xelkên herêmê, şervanên QSDˊê, û endamên Asayîşê yên di girtîgehên hikûmetê de ne nirxand.