Li Mereşê bavê êrîşkarê dibistanê hat girtin

Bavê xwedekarê ku li Mereşê êrîşî dibistanê kiribû, bi biryara dadgehê hat girtin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ugur Mersînlî bavê êrîşkar, endamekî berê yê hêzên ewlehiyê ye.

Duh li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê xwendekarê pola 8`an Îsa Aras Mersînlî êrîşî dibistanda navendî ya Ayser Çalîkê kir.

Di encamê de mamostayek û 8 xwendekaran jiyana xwe ji dest da, her wiha 13 kes jî birîndar bûn ku rewşa 3`yan ji wan giran e.

Piştî bûyerê, xwendekarê êrîşkar xwe jî kuşt.

Bavê êrîşkar Ugur Mersînlî û dayîka wî Peyman Pinar Mersînlî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin.

Rêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ugur Mersînlî duh piştî binçavkirinê, bi biryara dadgehê hatiye girtin.

Rêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê her wiha destnîşan kir ku bûyer ne "êrîşeke terorîst e" û ev tenê "bûyereke şexsî" ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye