Di van her du rojên dawî de êrîş li ser dibistanên bajarê Mereşê û Rihayê pêk hatin.
Li dibistanên navçeya Sîwereg ya Riha û navçeya Donzdeh Sibat ya Mereşê ji aliyê du xwendekarên wan dibistanan ve di navbera rojekê de li pê hev êrîş pêk hatin.
Têkildarî êrîşên ku li ser her du dibistanên Mereşê û Rihayê pêk hat serokê CHP'ê Ozgur Ozel, DEM Partiyê û serokê MHP'ê Devlet Bahçelî daxuyanî dan.
Ozel: Ewlekariya dibistanan erkê bingehîn ê dewletê ye
Serokê CHP'ê Ozgur Ozel bal kişand ser êrîşên çekdarî yên li Rihayê û li Mereşê ku qewimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe:
"Misogerkirina ewlehiya zarok, mamoste û xebatkarên perwerdehiyê yên me erkê herî bingehîn ê dewletê ye.
Ewlekariya dibistanan ji dewleta me re hatiye spartin. Êdî tu xemsarî di vê mijarê de nayê behanekirin."
Dem Partî: Divê komîsyona lêkolînê were avakirin
Komîteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Dem Partiyê jî daxuyaniyek nivîskî weşand û tekez kir ku êrîşên ku di nav du rojan de qewimîn hişyariyek cidî ne, di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:
''Sîstemeke perwerdehiyê ku nikaribe zarokan biparêze û pêşî li tundûtûjiyê bigire, ne domdar e û bi tevahî nayê qebûlkirin.
Divê tavilê li Meclîsa Mezin a Milet a Tirkiyê komîsyonek lêkolînê ya berfireh were avakirin.''
Bahçelî: Divê bûyerên giran nebin amûra siyaseta kurtbîn
Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî jî, destnîşankir ku pêwîst e pêşketinên giran, di gel hemî sedem, encam û dînamîkên paşxaneyê, bi aramî werin çareser kirin û wiha lê zêde kir:
"Di bûyerên wiha giran û hesas de, pir girîng e ku rayedar erkên xwe bi aramî û cidiyeta dewletê bicîh bînin.
Şîroveyên siyasî yên ku berî zelalkirina hemî aliyên bûyerê têne kirin, tenê dê ji bo tarîkirina rastiyê bibin alîkar.
Divê tu kes hewl nede ku vê êşê îstismar bike."