Fetî Yildiz: Divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re jî hevdîtin bike

Cigirê Serokê giştî yê MHP`ê Fetî Yildiz girêdayî hevdîtinên Komîsyona hevgirtina Neteweyî, Xwîşk-Biratî û Demokrasiyê ya di meclîsê de hatiye avakirin daxuyanî da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fetî Yildiz li ser hesaba xwe ya medya dijîtal diyar ku divê Komîsyona li Meclîsê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye ava kirin, bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî hevdîtin bike.

Cigirê Serokê Giştî yê MHP`ê di daxuyaniya xwe de, bal kişand ser kar û xebata komîsyonê ku heya niha hatiye meşandin û pêşniyarên serokên berê yên Meclîsê ku di civîna komîsyonê de kirin.

Yildiz da xuyakirin ku hevdîtina Komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were kirin, wê nebe cihê bêhêziyê û got: Divê ji komîsyonê çend kes bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin.

Fetî Yildiz daxuyaniya xwe wisa bi dawî kir: “Ji bo vê hevdîtinê di demeke guncav de, divê ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwîşk-Biratî û Demokrasiyê 3-4 kes werin hilbijartin.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24