Lezgin

Şerê Îsraîl û Îranê: Qonaxeke nû!

Şerê ku di navbera Îsraîl û Îranê de, di roja xwe ya 10’emîn de berdewam dike. Îro bi êrîşa Amerîkayê ya li ser cihên Nukleerî li bajarên Fordo, Natanz û Esfahanê tê payîn ku wê hîn gûrtir bibe.

reset font size increase font size

Netenyahû: Ev gav wê dîrokê biguherîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro sibehê li ser êrîşkirina cihên Nukleerî yên li Îranê, daxuyanî da.

Trump got ku ew bi balafirên pêşketî li cihên Nukleerî yên li bajarên Fordo, Natanz û Esfahanê yên Îranê xistine.

Serokê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû, ji bo êrîşa cihên Nukleerî li Îranê spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.

Netenyahû di gotinên xwe de, da xuya kirin ku biryara Amerîkayê ji bo lêdana cihên Nukleerî baş bû û tekez kir ku serokê Amerîkayê gavên herî bi hêz avêtiye.

Netenyahû ji bo lêdana cihên Nukleerî got: “Ev gav wê dîrokê biguherîne.”

Daxuyaniya ji aliyê berpirsê Koşka Spî ve li ser True Social hat parvekirin tê destnîşan kirin ku  balafirên şer ên Amerîkayê bi awayekî serkeftî êrîşên xwe li ser cihên Nukleerî yên Îranê, pêk anîn.

Berpirsa Koşka Spî tekez kir ku dema aştiyê hatiye. Di dawiyê de jî got ku ev weke kêliyên dîrokî ji bo Amerîka, Îsraîl û cîhanê ne û divê Îran dawî li vî şerî bîne.

Bersivdayîna yekem ya Îranê  

Her wiha artêşa Îsraîlê îro serê sibehê ragihand ku Îranê 20 mûşek bi ser Îsraîlê ve avêtine. Artêşa Îsraîlê da zanîn ku ev weke bersivdayîna yekeme.

Rêxistina Ambulansa Îsraîlê jî îro ragihand ku bi êrîşkirina Îranê ya bi mûşekan zêdetirî 10 cih li Îsraîlê hatin lêdan û zêdetirî 22 kes di van êrîşan de birîndar bûn.

Ajansa Faris jî ji daxuyaniya Leşkerî ya Îranê ragihand ku êrîşa 20’an a ‘Soza Rastîn 3’ dest pê kir û gelek mûşek ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin.

Li gorî daneyan piştî êrîşa Îranê, li gelek cihên weke Tel Avîv, Qudis û Heyfa dengê teqîn û dengê hişyariya xeteriyê dihat.

Artêşa Îsraîlê jî berî çend kêliyan ragihand ku wan bi êrîşên hewayî, cihên leşkerî û cihên avêtina mûşekan yên li rojavaya Îranê kirine armanc.

Ceylan Hesen

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24