Lezgin

51’emîn civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî tê lidarxistin

reset font size increase font size

Îro li Stenbolê Civîna 51’emîn encûmena wezîrên derve ya Rêxistina Hevkariya Îslamî tê lidarxistin. Civîn di bin mêvandariya wezîrê karê derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan de destpêkir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku civîn dê du rojan bi navê “Rêxistinkirina Hevkariya Îslamî di Cîhaneke Guherbar de” berdewam bike.

Ev civîn di demeke krîtîk ku êrîşên Îsraîl yên li ser kerta Xeze û Îranê didome de tê lidarxistin.

Rojeva civînê şerê Îsraîl û Îranê ye

40 serokwezîr, bi qasî 1000 kesayetên Navneteweyî, 43’ê wezîrên karên derve, 5 cîgerên wezîrên ku nûneriya welatên derve dikin û nêzîkî 200 rojnemevan beşdarî civîne bûn.

Di civînê de rojevên, rewşa dawî li Xezayê, şerê Îsraîl û Îranê û zêdekirina hevkariyê ji bo pirsgirêkên ku bandorê li civaka Misilman dikin dê werin destgirtin.

Rexistina Hevkariya Îslamî çima hat damezrandin

Rêxistina Hevkariya Îslamî (ku berê wekî Rêxistina Konferansa Îslamî dihat naskirin) di sala 1969’an de, ji bo bersivdayîna ji aliyê Îsraîlê ve şewitandina Mizgefta El-Eqsayê ya li Rojhilatê Qudisê, hat damezrandin.

Sîval Revê

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24