Lezgin

ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ 4 ÊRÎŞ LI SER BAŞÛRÊ LUBNANÊ PÊK ANÎ

Artêşa Îsraîlê 4 êrîş li ser başûrê Lubnanê pêk anî, di encama van êrîşan de, kesek hatiye kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûne.

reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê tevgera xwe ya esmanî zêde dike û endamên Hizbullahê hedef digire. 

Artêşa Îsraîlê ragihand ku armanca van bombebaranan 4 fermandarên Hizbulahê bûn, yek ji fermandaran hatiye kuştin û çarenivîsa sê kesên din jî ne diyar e.

Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê li ser êrişê da zanîn ku balafirên bêmirov di danê nîvro de li erebeyekê da, hemû kesên di erebê de sivîl bûn û di encamê de kesek hat kuştin û 6 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li gorî Tenduristiya Lubnanê, ji ber şerê  di navbera Îsraîl û Hizbulahê de, herî kêm 4 hezar welatî hatine kuştin û 17 hezar kes jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24