"Mijara dîlgirtiyan û vegera koçberan hate gotûbêjkirin"

Cîgirê Fermandariya Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl ragihand ku wan bi serokê Sûriyê Ehmed Şera re, mijara serbestberdana dîlgirtiyan û vegera koçberan gotûbêj kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgirê Fermandariya Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl, di der barê serdana şandeya parêzgeha Hesekê de ji bo Şamê daxuyanî dan.

 

Daxuyanî wiha ye:

 

"Di çarçoveya vexwendineke fermî ji hêla birêz serok de, me li gel Parêzgarê Hesekê Birêz Nûredîn Ehmed û Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Parêzgeha Hesekê Merwan El Elî, serdana Şamê kir û bi hev re li Koşka Gel û bi beşdriya şandeyên ji hemû beşên civakê, meşeleya Newrozê vêxist û hev du pîroz kir.

 

Piştî vê yekê, civîneke taybet bi Serok Ehmed Şera re hat lidarxistin."

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di wê civînê de gelek mijarên girîng hatin gotûbêjkirin, bi taybetî mijara dîlgirtiyan û vegera koçberan ji bo bajarên Efrîn, Serê Kaniyê û deverên din.

 

Her wiha me li ser girîngiya bicihanîna hemû bendên peymana 29`ê Çileyê nîqaş kir.

 

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bi fermana Serok Ehmed Şera û bi armanca pêşxistina mekanîzmayên zelal ji bo çareserkirina pirsgirêkan û xurtkirina pêvajoya aramiyê li welêt, komîteyeke taybet ji bo şopandina van mijaran hate damezrandin. "

 

Cîgirê Fermandariya Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Siyamed Efrîn û Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed çûn şamê û bi Serokê Sûriyê Ehmed Şera re agir pêxistin û Newroz li wir pîroz kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye