Berdevkê Artêşa Îsraîlê Nadav Shoshani, daxuyanî da û diyar kir ku ji destpêka şerê li ser Îranê û vir ve, Îranê heta niha zêdeyî 400 mûşekên balîstîk avêtiye Îsraîlê û ji sedî 92'yê wan mûşekan hatine astengkirin.
Di êrîşên şeva borî de, dema ku mûşekên pirserî li navenda Îsraîlê ketin, bi dehan kes birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê: Ji ber êrîşa duh me 303 kes rakirine nexweşxaneyan
Ji ber şerê di navbera Îsraîl, Îran û Hizbulahê de, di nava 24 demjimêrên dawiyê de, Wezareta Tenduristiyê 303 kes rakirine nexweşxaneyan.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê rewşa 8 birîndaran giran e.