Di demekê de ku Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li ser sînorê Lubnan û Îraqê belav dibe û xwe bi hêz dike, desteya weşanê ya Îsraîlê îro da zanîn ku serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera dixwaze êrîşî Hizbullah a Lubnanê bike.
Desteyê, diyar kir ku Ehmed Şera hewil dide ku binesaziya Hizbullahê ya li ser sînorê Lubnanê ava kiriye, hilweşîne.
Her wiha Desteya Weşanê got ku Hizbullah a Lubnanê dixwaze ji nava xaka Sûriyê êrîşî Îsraîlê bike.
Heta Niha ti daxuyaniyên fermî ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve, derbarê vê mijarê de, nehatine dayîn.