Îsraîlê li Quneytrayê xaleke kontrolê ya leşkerî ava kir

Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytrayê xaleke kontrolê ya leşkerî ava kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî ajansa North Pressê ev xala leşkerî li gundê Semedaniyê yê gundewarê Quneytrayê ku dikeve başûrê Sûriyeyê hatiye avakirin.

Heman çavkanî diyar dike li cihê kontrolê hejmarek wesayîtên leşkerî û tê texmînkirin ku 25 leşkerên Îsraîlî bi cih bûne.

Hate gotin piştî ku hêzên Îsraîlê li devera navborî xala kontrolê ava kir, dest bi lêgerîna otomobîl û wesayîtên sivîl ên ku di rê re derbas dibûn kirin.

Di nav çavkaniyên herêmî de belavbûye ku dibêjin îhtîmal heye ku ev xala kontrolê, bibe cîhekî daîmî.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24