Şevê din parêzgeha Siwêdayê hate bombebarankirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku êrîş ji aliyê balafirên şer ên Urdunê ve pêk hatine.
Artêşa Urdunê diyar kir ku wan bi êrîşên hewayî cihên bazirganên çek û narkotîkê li ser sînorê bakur ê bi Sûriyê re pêk anîne.
Artêşê da zanîn ku êrîş li ser bingeha agahiyên Îstîxbaratî ku tê bawerkirin ev cihê hatine armanckirin depoyên narkotîkê dihewîne, pêk hat.
Ji aliyê din ve, Fermandariya Parastina Neteweyî fikarên xwe der barê êrîşên li gundewarê Siwêdayê de anî ziman.
Fermandariyê destnîşan kir ku ew bêyî hevrêziya pêşwext hatine kirin.
Artêşa Durziyan îdia kir ku çalakiya çêkirina narkotîkê li deverên ku ji hêla rejîma Sûriyê ve têne kontrolkirin kom bûye.
Fermandariyê daxwaza lêpirsîneke zelal kir û di heman demê de amadebûna xwe ya hevkariyê bi aliyê Urdunî re ragihand.
Di 24 seatên dawî de Îsraîlê li başûrê Sûriyê 9 dever topbaran kirin
Îsraîl jî, êrîş û destwerdana li başûrê Sûriyê dewam dike.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku artêşa Îsraîlê li gundewarên Deraa û Quneytrayê gelek caran destwerdan kiriye û paşê vekişiyaye.
Çavdêriya Sûriyê ragihad ku artêşa Îsraîlê di 24 seatên dawî de, li Deraa û Quneytirayê, bi 9 mûşekan 7 dever topbaran kirine.
Li gorî jêderê, di encamê de, zirarên madî li mal û milkên welatiyan çêbûne.
Di heman demê de, balafirên şer û yên bêmirov ên Îsraîlê li asîmanê herêmê digeriyan.