Parêzgarê herêma Lenîngradê ya Rûsyayê Alexander Drozdenko got:
"Ji ber ku Kîevê çend deverên Rûsyayê hedef girtine, Ûkraynayê êrîşî bendera Primorsk a Deryaya Baltik kir û agir bi deverê ket.
Alexander Drozdenko da zanîn ku di şevekê de li ser herêma Lenîngradê ya bakur-rojavayê Rûsyayê zêdetirî 60 dron hatine xistin.
Drozdenko destnîşan kir ku êrîşa li ser Primorsk ê ku cihê derxistineke girîng a hinardekirina petrolê nebûye sedema rijandina petrolê û agir hatiye vemirandin.
Ji ber ku Ûkraynayê êrîşên xwe li ser binesaziya enerjiyê yên Rûsyayê û armancên din zêde kiriye.
Her wiha di çend mehên borî de bendera Primorsk rastî gelek êrîşan hatiye.
Zelensky: Hêzên Ûkraynayê li herêma Donetskê bi pêş ve diçin
Ji aliyekî din ve, serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky got ku hêzên Ûkraynayê du tankerên Rûsyayê yên li bendera Noforosîskê ya Rûsyayê, hedef girtine.
Her wiha Fermandarê leşkerî yê Ûkraynayê Oleksandr Sersky da zanîn ku hêzên Rûsyayê ber bi bajarê Kostyantynivka li herêma Donetskê ya rojhilatê Ûkraynayê ve bi pêş ve diçin.
Oleksandr Sersky zêde kir ku hêzên Rûsyayê hewl didin ku li nêzîkî herêmeke bi giranî hatî xurtkirin, cihekî ji xwe re ava bikin.