Parêzerê girtiya Siyasî û xwediya xelata nobelê û him jî çalakvana mafê mirovan Nêrgiz Mihemedî, Mostafa Nîlî di belvokeke xwe de, eşkere kir ku rewşa tendirustiyê ya muwekîla wî xirab e.
Li gorî parêzer Nîlî, piştî demekê ji xerabbûna rewşa wê, bijîşkê girtîgehê û piştre jî bijîşkê pispor dîtin ku pêwîst e ew tavilê ji bo nexweşxaneyê were veguhestin.
Piştre ew wekî rewşeke awarte ji bo nexweşxaneyê hate veguhastin û niha jî, di bin çavdêriya lezgîn de ye.
Mostafa Nîlî her wiha diyar kir ku komîteya bijîşkî ya dadwerîyê ya li Zencanê ji bo dermankirina bijîşkî pêşniyara rawestandina mehekê ya cezayê Nêrgizê kiriye.
Lê belê, dozgeriya Zencanê bicîhanîna vê biryarê bi raya dozgeriya Tehranê ve girêda.
Nêrgiz Mihemedî beriya niha jî, ji aliyê dewleta Îranê ve, pir caran hatibû girtin.
Her dawî jî, Nêrgiz Mihemedî di 12’ê Kanûna 2025’an de, di dema salvegera heftemîn a Xosrew Elîkurdî de li Mizgefta Gedîr li Meşhedê, ligel hejmareke çalakvan û welatiyên din, hate girtin.
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, ku bi gelek cezayên darayî re rû bi rû ye, heta niha bi tevahî 23 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Parêzer Nîlî ragihand ku Nêrgiz Mihemedî di nav sûcdarên tundûtûj de tê girtin bêyî ku prensîba cudakirina sûcên cezayî were şopandin.
Her wiha wî da zanîn ku tevî tenduristiya wê ya xirab, ew ji lênihêrîna bijîşkî ya guncaw bêpar maye.