Tê pêşbînîkirin ku îro di seet 10:00’an de li hola Tewar ya Silêmaniyê, bi merasîmekê platforma ‘Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ bê ragihandin.
Wê di merasîmê de gelek jinên siyasetmedar, çalakvan, hunermend, nivîskar û serbixwe amade bibin.
Li gorî agahiyan wê ev platform li ser pêngavên ji bo kar û çalakiyên jinan, karê bihevre û bi armanca çareserkirina pirsgirêkên jinan û neteweyî kar bike.
PLATFORMA ‘YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA JINÊN KURD-BAŞÛRÊ KURDISTANÊ` TÊ RAGIHANDIN
Îro li Silêmaniyê Platforma ‘Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ tê ragihandin.