Li Silopiyayê jineke ducanî ji aliyê hevjîna xwe ve hat birîndarkirin

Li Silopiya ya Şirnexê jina ducanî ji aliyê hevjînê xwe ve hat birîndarkirin. Di encamê de zaroka wê ji ber çû û ew jî li nexweşxanê tê dermankirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Buyer li dikaneke cil û bergan a li Taxa Yeşîltepe ya navçeya Silopiyayê rûdaye.

Li gorî agahiyên hatî parvekirin jina ducanî ya bi navê Jamelah Mohsin Barhoo Barhoo ji Başûrê Kurdistanê ye û 26 salî ye. Jina rastî êrîşa bi kêrê hatiye piştî bûyerê rakirine nexweşxaneya dewşetê ya Silopiyayê. Hat ragihandin ku ji ber êrîşê zaroka wê ji ber çûye û rewşa wê nebaş e.

Êrîşkarê ku navê wî nehatiye zelalkirin piştî bûyerê reviyaye. Serdozgeriya komarê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye