Bi pêgengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Êlihê derbarê bûyerên tundî, tacîz, tecawiz û tundiya fîzîkî û derûnî yên li Navenda Rêhabalîtasyona Taybet a Êlihê pêk hatibû li pêşiya Parka Yilmaz Guney daxuyanî dan.
Metna daxuyaniyê ji aliye berdevka TJAyê ya Êlihê Nurten Uzumcu ve hate xwendin.
“Jinên astengdar jî, hem ji ber ku jin in, hem jî ji ber ku astengdar in, rastî cudakarî û tundiyeke giran tên.
Divê li dijî van hemûyan polîtîkayên bibandor bên nişandan û li dijî sûcên li ser jin, astengdar û zarokan têne kirin têkoşîn were meşandin.
Lê tê xwestin ku li ser van sûcan bi bêcezakirinê bê girtin.
Zarokeke keç a 14 salî, ji aliyê mêr an jî mêrên di nava malbatê de bi awayekî sîstematîk rastî îstîsmarê tê û ev rewş tenê piştî ku zarok ducanî dimîne tê fêmkirin.
Ev bûyer mecbûr dike ku hemû civak, hemû aktorên polîtîk û bêyî îstîsna her kes bi hawara zarokan bi edalet tevbigerin. "
"Jinên astengdar bi awayekî sistematik rastî destavêtinê tên"
“Rayedarên ku gava ev rewş hat bihîstin ji bertekên civakî tirsiyan.
Bi organîzekirina operasyona ‘gendeliyê’ ya li ser vê saziya ku berê jî qeyda wê pir xerab bû, xwestin ser vî sûcê mirovahiyê bigirin.
Biryara ‘veşartî’ danîne ser dosyayê.
Di nav wan de xebatkarên kewn, nû û xwediyên navendê hene zêdetirî 100 kes hatine binçavkirin û 30 kes hatine girtin.
Tê îdiakirin ku jinên astengdar bi salan e bi awayekî sistematik rastî destavêtinê tên.
Ji bo ku yên ducanî mane dernakevin holê kurtajên veşartî li wan hatine kirin.
Tundiya fîzîkî ya sîstematîk hatiye bikaranîn û çar kesan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane.”
“Saziyên têkildar divê êdî ji nedîtî ve neyên. Îdia û dosyayên îstîsmarê divê bi awayekî zelal bên lêkolînkirin.
Divê dev ji polîtîkayên bêcezakirinê were berdan. Bangawaziya me ji bo hemû gelê me ye.
Gava mirov bibe şahidê her cûre sûc û kiryarekê ku li dijî zarok, jin û astengdaran tê kirin, divê tu kes bêdeng nemine.”