Meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve ji Amedê dest pê kiribû, di roja şeşemîn de berdewame, herî dawiyê jî gihişt Enqereyê û ji bo azadiya Rêber Apo û girtiyên siyasî li ber Girtîgeha Sîncanê, nûnerên TJA`yê daxuyanî dan.
(TJA) ji bo azadiya Rêber Apo û girtiyên siyasî daxuyaniyek da
Di meşê de, jinan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî kirin, her wiha daxwaza aştiyê û wekheviyê ji bo hemû gelan kirin.
TJA: Bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan
Jinan bi dirûşmeyên "Mafê hêviyê mafê gelan e", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindana" û "Jin, Jiyan, Azadî, Azad bike Rêbertî" heta Girtîgeha Sîncanê meşiyan. li ber Girtîgeha Sîncanê kom bûn û heta deriyê girtîgehê meşiyan.
Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Sipcik, silav li hemû jinên aştîxwaz kir û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafên wekhev ji bo hemû gelan û pêkanîna aştiyê, daxwazên xwe anî ziman.
Ekîn yeter: Divê mafê hêviyê pêk were
Pişt re jî Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter Moray axivî, diyar kir ku 6 roj in ew ji bo azadiya gelê Kurd û wekheviya gelan dimeşin û got ku divê mafê hêviyê pêk were.
Jinan destnîşan kir ku divê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar bike.