Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 25`ê Mjidarê li 5 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakî li dar xistin.
Ji bo 25`ê Mijdarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, li bajarokê Weysel Qeranî yê Sêrtê daxuyaniyek da û starta çalakiyên li bajêr da.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin", gihişt Enqereyê û li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan û xwestin ku bi naskirina Mafê Hêviyê re, pêvajo were pêşxistin.