Daxuyanî, li meydana bajarokê hate dayîn û pankarta “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad ve” hate hilgirtin.
Metna daxuyaniyê ji hêla endama Meclisa Şaredariya Sêrtê Amîne Tîmûrtaş ve hate xwendin.
Di daxuyanyê de hate diyarkirin ku 25’ê Mijdarê dê bibe dengê hemû jinan û wiha hate gotin:
"Em jiyaneke bêtundî û azad, civakeke demokratîk ava dikin. Em vê 25’ê Mijdarê jî bi hêrsa xwe ya li dijî qetilkirina jinan û bi hêviya avakirina aştiya li xaka me pêşwazî dikin."
TJA li Rihayê bi jinan re hat gel hev
Li aliyek din jî TJA li navçeyên cuda yên Rihayê ya Bakurê Kurdistan bi jinan re civiya da ku li ser cureyên şîdeta li dijî jinan, çareserî û rêxistinkirina komunan bi jinan re nîqaş kir.