Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Jinan (UN Women), li paytexta Misirê, Qahîreyê raporek weşand.
Di raporê de hat ragihandin ku hikûmeta Japonyayê ji bo piştgirtina jinên mexdûr ên li welatên Îraq, Sûriye û Libnanê projeyeke mirovî ya nû daye destpêkirin.
Tokyo ji bo vê projeya ku dê salekê berdewam bike, bûdceyeke bi qasî 646 hezar û 666 dolaran veqetandiye.
Armanca piştgiriyê ew e ku alîkariya wan jinan bikin, yên ku ji ber şer, pevçûn û nearamiyê koçber bûne, yan jî di nav şert û mercên giran ên krîzê de dijîn.
Li gorî rapora UN Women, armancên bingehîn ên vê projeya mirovî wiha ne:
“Dê bi awayekî rasterast alîkarî bigihêje nêzîkî 11 hezar jinan.
Her wiha dê zêdetirî 60 hezar kes bi awayekî nerasterast ji vê projeyê sûdê werbigirin.
Dê ji bo başkirina şert û mercên jiyanê yên 4 milyon û 600 hezar jinên ku rû bi rûyî metirsiyên wekî tundî, krîza aborî û kêmasiya xizmetguzariyên bingehîn bûne, xebatên taybet werin meşandin.”
Di raporê de hat destnîşankirin ku beşekî girîng ê vê bûdceyê ji bo xurtkirina şiyana jinên pêşeng ên herêmî û rêxistinên civaka sivîl (yên ku ji aliyê jinan ve tên birêvebirin) hatiye veqetandin û wiha got:
Bi van gavan, tê armanckirin ku jin di pêvajoyên avakirina aştî û aramiya civakî de roleke çalaktir bilîzin.
Di heman demê de nûnertiya Japonyayê ya li Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê tekez kir ku Tokyo pabendî bi parastina rûmet, maf û ewlehiya jinên di nav krîzan de ne.