DEM Partî: Di derbarê Salîha Aydenîz de lêpirsîn hat destpêkirin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ragihand ku di çarçoveya pêvajoya piştî mirina Dîlan Karaman de, li dijî Endama Meclisê Salîha Aydenîz lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partiyê) di derbarê nîqaş û nirxandinên ku li ser mirina Dîlan Karaman ku di bin şert û mercên gumanbar de miribû, daxuyaniyek parvekir.

 

Meclîsa Jinan di daxuyaniya xwe de da zanîn ku weke hemû aliyên jiyana civakî, qada siyasî û saziyên wê di bin dorpêça mêrê serdest de hatine şekildan deng û hebûna rêxistinkirî ya jinan jî hatiye înkarkirin û wiha got:

 

"Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, ku ji têkoşîneke bihêz derketiye holê û bi saya fedakariyên mezin û hewldaneke kolektîf ev peyzaja siyasî veguherandiye û ji nû ve ava kiriye.

 

Lê belê, rexneya me ya herî mezin ew e ku me nekariye têkiliyek xurt bi hevaleke ku me ev rê pê re meşiyaye, di çarçoveya hevgirtina jinan de, ava bikin."

 

Her wiha Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, daxuyanîya xwe wiha berdewam kir:

 

 " Rêbera me ya herî girîng di afirandina vê veguherînê, dê ew be ku em prensîb û mekanîzmayên ku têkoşîna femînîst û tevgera jinên Kurd heta niha pêşkêşî me kirine, bicîh bînin û bişopînin."

 

 

"Em ê hemû pêvajoyên qanûnî yên pêwîst bişopînin "

 

 

Di vê çarçoveyê de Meclîsa Jinan a DEM Partiyê sedemên lêpirsîn dayîna destpêkirinê wiha rêz kir:

 

"Berpirsiyariya me ya bingehîn e ku em mekanîzmayên xwe yên di nav komîteyên partiya xwe de bi tevahî bipirsin û xurt bikin û hevaltî û hevgirtina jinan bêtir berbiçav û bibandor bikin.

 

Eşkere ye ku şîdeta fîzîkî û psîkolojîk a ku ji hêla Mazlum Toprak, tawanbarê şîdeta ku Dîlan ber bi xwekuştinê ve bir, pêk aniye, ev pêvajo kûrtir kiriye.

 

Em dubare dikin ku em ê hemî pêvajoyên qanûnî yên pêwîst bişopînin da ku Mazlum Toprak bê ceza nemîne û were darizandin,

 

Li dijî hemû nêzîkatiyên ku vê şîdeta mêran a eşkere kêm dikin an paşguh dikin, derkevin.

 

Hevparê me yê parlamenter, Salîha Aydenîz, ku bi Dîlan Karaman re xebitî, bi dilxwazî ji posta xwe ya îdarî îstifa kiriye.

 

Salîha Aydenîz dîyar kiriye ku ew ê bi îradeya Meclîsa Jinan û encamên lêpirsîna komîteya dîsîplînê ya ku li dijî wê were kirin pabend be.

 

Di vê çarçovê de, pêvajoyek lêpirsînê di nav komîteya dîsîplînê ya partiya me de hatiye destpêkirin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye