Jin li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji bo şikandina zextên dewletê têdikoşin

Hevseroka Şaxê Parêzgeha Stenbolê ya DEM Partiyê, Arîfe Çinar têkildarî Roja Cîhanî ya Jinan axivî. Arîfe Çinar destnîşan kir ku zextên civak û dewletê li ser jinan zêde ne û tekez kir ku ew ji bo parastina jinan têdikoşin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tirkiyê, jin ji ber polîtîkayên tepeserkirinê yên ji hêla hikûmetê ve têne sepandin, bi zextên zêde re rû bi rû ne.

Tenê di du hefteyên dawî de, li Stenbolê 8 jinan ji ber şideta mêran, jiyana xwe ji dest dane.

Hevseroka Şaxê Parêzgeha Stenbolê ya DEM Partiyê, Arîfe Çinar ji ajansa ANF'ê re têkildarî rewşa jinan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê axivî.

Arîfe Çinar got: "Em ê bi berxwedan û serhildana xwe li dijî dewleta baviksalar bisekinin."

Arîfe Çinar diyar kir ku ew li dijî polîtîkayên hikûmetê ne: "8'ê Adarê, Roja Jinên Karker ên Navneteweyî ye, rojek e ku têkoşîna jinan ji bo mafên wan li çaraliyê cîhanê nîşan dide.

Hevseroka Şaxê Parêzgeha Stenbolê destnîşan kir ku jin di şert û mercên jiyanê yên ne ewle de dijîn û ji bo debara xwe têdikoşin.

 

"Ev dem ji bo jinan e"

 

Hevseroka Şaxê Parêzgeha Stenbolê axaftina xwe wiha domand:

"Em nêzî 8'ê Adarê dibin, lê hîna hin jin hene ku di nav xizanî û şertên zehmet de dijîn."

Arîfe Çinar bal kişand ser şerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin û bandora wan li ser jinan:

"Em bi xurtkirina hevgirtin û rêxistina jinan têkoşîna xwe li dijî van pirsgirêkan didomînin.

Mînaka, şoreşa jinan a Rojava bi şekildayîna her aliyê jiyanê bi destên jinan ji bo jinên li çaraliyê cîhanê bûye model û hêz. Ev dem ji bo jinan e."

Wê diyar kir ku daxwazên jinên Kurd ên di 8'ê Adarê de jiyaneke wekhev, azadiya zimanê dayikê û azadiya Abdullah Ocalan dihewîne û wiha axaftina xwe bi dawî kir:

"Ji bo ku jin di şert û mercên wekhev û azad de bijîn, guhertinên zagonî hewce ne.

Jin têkoşînekê dimeşînin da ku li ser vê axê jiyaneke nû, li ser bingeha paradîgmaya rizgariya jinan, ekolojîk û demokratîk ava bikin."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye