Real Madrid di kêliyên dawî de, Celta Vigo 2-1 têk bir

Di maça destpêka hefteya 27'emîn a La Liga de taximê Celta Vigo li stadyuma De Balaidos mazûvaniya Real Madrid kir. Her wiha Real Madrid di kêliyên dawîyê de serkeftineke hêja û dijwar bi dest xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hefteya 27'emîn a La Liga bi mazûvaniya taximê Celta Vigo li stadyuma De Balaidos li beramberî Real Madrid re dest pê kir.

Di kêliyên dawîyê de, Real Madrid li hember Celta Vigo serkeftineke hêja û dijwar bi encama 2-1 bi dest xist.

 

Kelecana maçê di nîvê yekem de bi wekheviya 1-1 bi dawî bû

 

Maçê bi kelecaneke xurt dest pê kir û di nîvê yekem de, her du taximan gelek derfetên golan ji dest dan.

Lîstikvanê Fransî Aurelien Tchouameni di deqeya 11'an de gol anî û Real Madred xist pêş.

Celta Vigo hewl da ku golan bîne û bi encama van hewldanan di deqeya 25'an de gola wekheviyê bi rêya Borja Iglesias anî.

Nîvê yekem bi wekheviya 1-1 bi dawî bû.

Di nîvê duyem de Real Madrid û Celta Vigo dixwestin gola serkefinê bînin, da ku 3 xalên dirîng bi dest bixin.

Maç ber bi dawiyê ve diçû, lê lîstikvanê Uruguayanî Federico Valverde topek li ber xeta 16'an wergirt û bi xurtbûn avêt golê, top li lîstikvanê Celta Vigo ket û derbasî golê bû.

Real Madrid hejmara xalên xwe gihand 63 xalan di rêza duyem de û 3 xalên girîng li hember Celta Vigo bi dest xistin da ku bêhtir nêzîkî Barcelona yê ku di rêza yekem de, bibe.

 

Di 11’ê vê mehê de wê Real Madrid û Manchester City bi hev re bilîzin

 

Hêjayî bîrxistinê ye ku Real Madrid, amadekariyê ji maça li hember Manchester City di tûra 16'emîn a Lîga Şampiyonan de dike.

Maç wê di 11 vê mehê de were lîstin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye