Kevin Lamour, jimara 3'yemîn a FIFA'yê, ku rexne li Gianni Infantino digirt, ji karê xwe îstifa kir.
Di e-nameyekê de ku Sekreterê Giştî yê FIFA'yê Mattias Grafstrom ji karmendan re şandiye tê gotin ku rêxistin û Lamour li hev kirine ku rêyên xwe ji hev veqetînin.
Lamour, ku wekî sêyemîn berpirsê pilebilind ê rêxistinê tê hesibandin, îdia kir ku Infantino karmendan di derbarê plana vekirina parên Kûpaya Cîhanê ji bo veberhênana taybet de şaş kiriye û wiha axivî:
Kevin Lamour: Ev projeya kesekî ye
"Ev projeya kesekî ye.
Ev proje ne tenê divê were rawestandin, lê dem hatiye ku rêberên futbolê pirsên rast ji xwe bipirsin û biryarên rast bidin."
Lamour, ku berê wekî cîgirê sekreterê giştî yê UEFA'yê kar dikir, ji mijdara 2024'an vir ve li FIFA'yê dixebitî.
Li aliyekî din jî Carlos Cordeiro, şêwirmendê payebilind ê Serok Infantino, jî di tîrmehê de piştî eşkerekirina planê bo çapemeniyê îstifa kir.