Li zanîngehên Rojava û Kobanê pêvajoya hevyazbariyê dest pê kir

Li zanîngehên Rojava û Kobaniyê ji bo sala xwendinê ya nû ya 2026-2027'an pêvajoya tomarkirinê û hevyazbariyê bi fermî dest pê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Her du zanîngehên herêmê li ser malperên xwe yên fermî lîsteyên hevyazbariyê yên tomarkirinê ji bo xwendekaran weşandin. Di daxuyaniyên zanîngehan de hat diyarkirin ku li gorî taybetmendî, pisporî û qadên xwendinê, mercên herî kêm ên ji bo pejirandinê hatine diyarkirin.

Rêveberiya zanîngehan bang li hemû xwendekarên ku dixwazin serlêdanê bikin kir ku lîsteyên hatine weşandin bi baldarî bixwînin, da ku mercên tomarkirinê û pîvanên taybet ên her beşekê fêr bibin û li gorî wê qeydên xwe çêbikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye